Hezîran 17, 2024 18:27 Asia/Tehran

Di roja 255an a jînosayda ku Amerîka û Rejîma Sîyonîst li Zîvala Xezzeyê pêk tînin da ku mezintirîn tirajedîya merivî di dîroka hevçerx da ye, Berdevkê UNICEFê got ku divê cîhan ji dûhatên vî şerî bitirse.

Tev cejna Qurbanê êrişên sîyonîstan ser Xezzeyê di 24 saetên buhurî da hatin domandin û balafirên cengê û xwofirrên Rejîma Sîyonîst dîsan li esmanê Zîvala Xezzeyê firrîyan û rêxistin û dezgehên navnetewî mukur hatin ku ev şera şerekî aşkira dijî zarokên filistînî ye.

Hevgavê berdewambûna cinayetên sîyonîstan, Bereya Berxwedanê ya Filistînê bi serketinnê xwe ji wan bi kuştina 11 leşkerên sîyonîst, derdorên sîyasî û leşkerî yên vê rejîmê xistin xofê da û ew serketin bûne sedema pêleke hêrs û nerazîbûnê di nav hêzên artêşa dagirker da.