Mijdar 07, 2020 22:45 Asia/Tehran

Goristana Dar ul-Selm a Şîrazê nasyar bi Dar ul-Selam ji goristanên herî kevn ên cîhanê û yekem gora têda sala 24an a Hicrî di serdema jiyana Pêxemberê Îslamê (S) da hatiye kolandin.

Ev goristan li nîveka Bolvara Sîbûyê ye û aniha ketiye navenda bajarê Şîrazê û cihê binaxkirina gelek ji giregir, arif, zana, lêkoler û kesayetiyên çandî, mezhebî û civakî yên Şîrazêû Parêzgeha Farisê ye.

Li gorî amarê, Goristana Dar ul-Selmê ji sê goristanên herî kevn ên cîhanê ye. Heta hinek dibêjin ev goristyan beriya Îslamê jî hebûye.

Rûbera vê goristanê derdora 10 hêktarî ye û derdora 10 hezar kêl têda hene û heta sala 1357an jî mirî têda dihatin binaxkirin. Di pirtûka Tezkireyê Hezar Mezar qala 27 kesayetiyên girîng ji wan şêx û giregirên dîroka Îranê hatiye kirin ku di vê axistanê da hatine definkirin.

Helbet piştî mirina nivîskarê pirtûkê jî kesayetîne din ên girîng di vê goristanê da hatine binaxkirin ku navê wan di vê pirtûkê da tîne.

Serepeyv