Zanyar ji teşeya şehabeke lêketî li erdê mat man
Kanûn 11, 2021 10:11 Asia/Tehran
Zanyar ji teşeya şehabeke lêketî li erdê mat man. Şehaba (kevirên asimanî) ku vê dawiyê ji fezayê hatiye xwarê û li devereke Amerîkayê ketiye, ji aliyê zanyaran va hat vekolandin û hat dîtin ku krîstalên hesin, nîkil û olîvînê hene. Zanyar ji teşe û pêkhateya taybet û cûreya cihgirtina metalên vî kevirî li kêleka hevdu mat mane.