Rûhanî: Îran bi navê muzakirê dê ser maseya teslîmbûnê hazir nebe
Tîrmeh 25, 2019 10:20 Asia/Tehran
Hesen Rûhanî, roja Çarşemiyê bal kişand ser vê yekê ku Komara Îslamî ya Îranê tevî hemî zext û zorên biyaniyan dê xwe li ber zorbêjiyan netewîne û destnîşan kir: Îran piştî derketina Emerîkayê ji Rêketina Navokî salekê derfet da aliyên din ku bikaribin berpirsiyariyên xwe li Rêketina Navokî cih bînin lê niha bi boykota niftî ya Îranê û rewşa nû, Komara Îslamî ya Îranê biryarên cidî li bara kêmkirina berpirsiyariyên xwe li Rêketina Navokî dane.