Wezîrê Berevanîya Îranê: Trumpîsm ewlehîya cîhanî xistîye ber xeterê
Nîsan 24, 2019 09:13 Asia/Tehran
Wezîrê Berevanîyê yê Komara Islamî ya Îranê Sertîp Emîr Hatemî ku bi merema pişkdarîya di Konfiransa Ewlehîyê ya Moskowê de çûye Ûrsêtê, herwiha got ku Trumpîsmê gellek xalên hevpar digel Nazîsmê hene û dîyar kir: Di Trumpîsmê de jî taybetmendîyên wekî pozbilindî, zilim û binpêkirina nirxên mirovî û qirarên navnetewî xûya dikin ku ewlehîya cîhan êpêrgî xeterên ciddî kirîye.