Hecî derbasî Minayê bûn
Zîyaretkirên mala Xwedê ku piştî hereketa ber bi Erefatê, şeva buhurî li Meşer ul Heramê derbas kiribûn, vê sibê piştî hilhatina tavê, ber bi Minayê ve ketin rê.
Mayîna li Meşer ul Heramê ji banga sibê heta lêdana tavê di roja 10`ê Cêlhecê de ye. Ji Meşer ul Heramê heta Minayê 4 an 5 kîlomêtir rê ye û zîyarekir piştî derbasî Minayê bûn, li konên xwe bi cih bûn.
Îro înî 10`ê Zêlheceya sala 1438`ê hicrî-qemerî û roja Eyda Qurbanê yek ji eydên herî qedirgiran ên misilmanan e û misilman vê rojê jibo bibîranîna hezretê Ibrahîm (S) û kurê wî Ismayîl (S) pîroz dikin.
Di roja Eyda Qurbanê de bi milyonan hecî jibo bibîranbîna hezretê Ibrahîm (S) û kurê wî Ismayîl (S) merasima qurbankirinê li dar dixin û paşê risma Helq û Teqsîrê li dar dixin.
Yek ji karên wacib ên Heca Temetoê, Bêytûte yan mayîna li Mênayê di şevên 11 û 12`ê Zêlhecê ji mexrebê heta nîvê şevê û Remyê Cemerat a sêpişkî di rojên 10,11 û 12`ê Zêlhecê ye.
Jibo ku heca zîyaretkiran li warê wehyê bikemile divê hecî van karana jî bikin: Vegera ber bi Mekê û tiwafa mala Xwedê, Nimêja Tiwafê, Seiya di navbera Sefa û Merwê de, Tiwafa Nêsayê û nimêja Tiwafa Nêsayê.