Lahûr Şêx Cengî yê derkeve pêşberî dadwer
Çile 11, 2026 17:10 Asia/Tehran
Biryar e ku sibê li Dadgeha Silêmanîyê dîwana Lahûr Şêx Cengî were kirin u yê dadwer biryarê li gorî xalên destûrê bide.
Li gorî agahîyan, Lahûr Şêx Cengî yê li gorî tawanên ku bi wan hatîye girtin, were mehkemekirin u tawan jî hema ew tawan in ku li gorî wan hatîye girtin, ji wan kuştina enqest û plankarîya bo karê têkderane.
Li gorî agahîyan, sibê yê dadwerê dadgehê biryara yekalîker bide ka Lahûr Şêx Cengî yê li gorî wan 2 tohmetana were mehkemekirin an yê xalên destûrê ji bo wî bên guhertin.
Di şeva 22yê Tebaxa 2025ê da, hêzên emnî yên Silêmanîyê piştî ku Lahûr Şêx Cengî razî nebû xwe radest bike, êrişî Hotel Lalezarê kirin u piştî 3 saet pevçûnê ew u Polayê birayê wî û endamên Hêza Dûvpişk wek hêza taybet bi Lahûr Şêx Cengî girtin.