Pêşniyara pêkanîna şanda payebilind a hevbeş a kurdan jibo muzakireya li ser postan li Bexdayê
Bijartiyê Yekgirtûya îslamî jibo parlemana Iraqê, planeke heşt bendî jibo hewahengiya tam a partiyên kurd pêşkêş kiriye ku li gorî wê divê komîteyeke hevbeş a payebilind jibo muzakireya derbarê post û meselên bingehîn li Bexdayê pêk were.
Cemal Koçer tekez kir ku posta serokkomartiyê xeta sor a kurdan e û beriya muzakireyê divê helwêstên navxweyê bên yeksankirin. Di vê planê de jibo mujarên wekî bûce, pêşmerge, mada 140 û yasaya nift û gazê xeta sor hatiye danîn û hatiye xwestin ku hikûmeta pêşerojê di şeş mehên destpêkê de wan binirxîne. Her wiha pêşniyara çêkirina odeya dayimî jibo bidawîanîna nakokiyan û hewahengkirina startejiya muzakirên partiyan hatiye hilêxistin. Ebûbekir Karwanî jî ev plan erênî nirxand û ev gavek jibo çareserkirina xitimîna siyasî û xurtkirina hevkariya neteweyî navbera kurdan daye zanîn.