Seidî Ehmed Pîre: Hikûmeta yekgirtî ya li Herêmê bêyî YNK`ê pêk nayê
Endamê polîtboroya Yekîtiya Niştimaniya Kurdistanê, behsa ezmûna neserkeftî ya hikûmeta hevbeş a Partiya Demokrat û Tevgera Gorane kir û hişyarî da ku dubarekirina ezmûneke wisa di avakirina hikûmeteke nû ya Herêmê de wê ne ezmûneke serkeftî be.
Seidî Ehmed Pîre, got ku partî hewl dide û dixwaze bi tena serê xwe ser Herêmê bi desthilat be lê YNK vê yekê qebûl nake. Wî tekez kir ku avakirina kabîneyeke yekgirtî li Herêma Kurdistana Iraqê bêyî YNK`ê ne mimkûn e.
Endamê polîtboroya YNK`ê got ku pirsgirêka sereke ya di navbera YNK û Partiya Demokrat de li ser rêbaza rêveberiyê ye, ne li ser meqam û pozîsyonan. Wî herwiha got: Ger Partiya Demokrat dixwaze bi YNK`ê re hikûmetek hevbeş ava bike, divê rêveberiya hevbeş qebûl bike.
Seidî Ehmed Pîre herwiha got: Pirsgirêka YNK`ê bi Partiya Demokrat re li ser çawaniya bidestxistina nûnertiya kêmîneyan e, ji ber ku Partiya Demokrat nahêle ev kêmîne nûnerên xwe yên rastîn hebin.