6 hezar û 500 Ciwanên Herêma Kurdistanê îsal koçber bûne
Amarên nû nîşan didin ku tenê îsal zêdetirî 6 hezar û 500 ciwanên Herêma Kurdistana Iraqê terka herêmê dane.
Ebûbekir Elî, serokê Civata Penaberên Vegeriyayî ji Ewropayê li Herêma Kurdistanê, got ku îsal zêdetirî 6 hezar û 500 ciwan ji Herêma Kurdistanê koçber bûne. Wî got ku nêzîkî 100 koçberên Kurd li welatên curbicur hatine girtin.
Serokê Civata Penaberên Vegeriyayî ji Ewropayê li Herêma Kurdistana Iraqê di civîneke çapemeniyê de got: Tenê li herêma Raprînê, ji destpêka salê ve heta niha nêzîkî hezar û 500 kes koçberî welatên curbicur bûne. Wî got ku çar ciwanên ji Herêma Kurdistanê di rêya koçberiyê de jiyana xwe ji dest dane û herî kêm heft koçberên din ên Kurd bê ser û şûn bûne. Her wiha 80 koçberên Herêma Kurdistanê li Lîbya û Tunisê hatine girtin.