Bafil Talebanî dawîn peyama hilbijartinê pêşkêş dike
Mijdar 07, 2025 18:29 Asia/Tehran
Serokê YNK li dawîn û mezintirîn karnavala xwe ya gelanî li Silêmaniyê got: 31ê Tebaxê birîneke li ser dilê her Kurdekê. 31ê Tebaxê ne rojek e ku kes ji bîr bike û ew birîneke li ser laşê her Kurdekî ye.
Bafil Talebanî got: Ew kesên ku piştî Enfala Barzaniyan li otomobîla Sedam siwar bûn, nabe ku li ser Kurdbûnê biaxivin. Tê bîra we ku wan digot em û Sedam êdî dijmin nînin? Bijî, em ê xizmeta wî bikin. Cûdahiya me ji partiyên din ev e.