PDK, YNK u Nivşa Nû yê bi karnevalekê bangeşeyê bi dawî bînin
Roja înîyê dawîn roja bangeşeya hilbijartinê ye û hinek partîyên Herêma Kurdistanê dawîn karnevala xwe bi rê xistine, lê PDK, YNK u Nivşa Nû yê dawîn u berfiretirîn karnevala xwe di roja dawîn da li Silêmanî û Hewlêrê bi rê bixin.
Imad Cemîl Serokê Tîma Ragihandinê ya Komsyona Bilind a Serbixwe ya Hilbijartinên Iraqê ragihand ku bangeşeya hilbijartinê yê di saet 7ê sibeya roja şemî 8ê meha yanzde ya 20235ê bi dawî bibe û her berbijar û alîyek berçav negire, em dê bi rêkara yasayî serederîyê bikin.
PDK wek partîya yekem ji hêla hejamra kursî u dengan ve yê roja înîyê karnevalekê bi amadebûna Mesûd Barzanî bi rê bixe.
YNK jî wek hêza duyem ji hêla deng u kursîyan ve, yê dawîn bangeşeya xwe li Silêmanîyê bike u biryar e ku serokê wê axavtinekê bike.
Hîmdad Şahîn Berdevkê Tevgera Nivşa Nû jî ragihand: Roja înîyê di merasima bidawîhatina bangeşeya hilbijartinê da li Silêmanîyê, yê peyameek bideng a Şasiwar Ebdulwahid ji zîndanê va were belavkirin.
Şayanî gotinê ye ku li Herêma Kurdistanê 8 lîste u alîyên sîyasî u 8 berbijarên serbixwe ji bo kursîyên her sê bazineyan rikeberîyê dikin.
Hilbijartina dewra şeşan a parlimana Iraqê yê roja 11ê meha 11 ya 2025ê were lidarxistin.