Cotmeh 20, 2025 16:00 Asia/Tehran

Endamê Hevlabendiya Çarçoveya Hevahengiyê ya Iraqê li bara berfirehbûna hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Iraqê pêhişyarî da.

Odey Ebdulhadî, endamê Hevlabendiya Çarçoveya Hevahengiyê ya Iraqê pêgîrî kir pilana nifûz û hebûna leşkerî ya Tirkiyê li nav axa Iraqê berfireh bûye bi awayekî ku hejmara binkeyên leşkerî yên vî welatî rabûye 80`yan.

Wî herwiha got: Hebûna leşkerî ya Tirkiyê li Iraqê neqanûnî ye û ti rewatî û pînekirinek ji bo vî yekî tine bi taybet ku hevhatineka aştiyê di navbera PKK û Enqerê de jî hatiye wajokirin û hemû behaneyên berê bêwate bûne.

Ebdulhadî destnîşan kir: Jordaçûna hejmara binkeyên leşkerî yên Tirkiyê li Iraqê gelek pirsyar li ser nêta Enqerê pêk anîne û hebûna leşkerî ya Tirkiyê  ji bo hemû civakên siyasî dilnîgerankir e.

Serepeyv