Cotmeh 19, 2025 15:56 Asia/Tehran
  • Bafil Talebanî: Heta ku em piştrast nebin şaşitî nayên dubarekirin, dê hikûmet pêk neyê

Bafil Celal Talebanî Serokê Yekitîya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) Di destpêka kampanyaya bangeşeyên hilbijartinê yên partiya xwe da li Silêmaniyê got, heta dema ku YNK piştrast nebe ku hikûmeta pêşerojê dê şaşitiyên raborî dubare neke, dê piştevaniyê nede bo pêkhatina tu hikûmetekê.

Bafil Talebanî got: Li Herêma Kurdistanê tu hêzek nikare YNK'yê lawaz bike û tenê ev partîya ye ku dikare "Nûnertiya rasteqîne ya gel" bigire ser milê xwe.

Wî derbarê pêkanîna hikûmeta pêşerojê li herêmê got: Em ê tu wextî hikûmetekê pêk neynin, meger ku piştrast bibin ku ew hikûmet dê şaşitiyên berê dubare neke û dê derfeta xizmeta bo gel bide me.

Serokê Yekitîya Nîştimanî ya Kurdistanê (YNK) got: Eger em Herêma Kurdistanê digel 20 sal berê qiyas bikin, dibe ku ji hinek hêlan va baştir be, lê em naxwazin îroya me weke duhîyaa me be; em hewcedarê guherînên rasteqîne ne. Min çaar sal pêş jî ev yek got, lê hinek tê negihîştin.

Talebanî di beşeke din a axaftina xwe da got: Niha nifta Herêma Kurdistanê bi rêya boriyan tê hinardekirin û him dewleta Iraqê, him em û him jî hevpeymanên me gişt jê haydar in; wî piştra bi zimanekî bi teniştok got: Êdî bes e! berîkên we têra xwe tijî bûn.

Serepeyv