Îlon 05, 2025 18:41 Asia/Tehran

Elî Meşkûr, endamê Komîsyona Nift û Gazê ya Parlemana Iraqê berdewambûna bi qaçaxîfirotina nifta Herêma Kurdistana Iraqê rexne kir û got: Nebûna kontrola Bexdayê ser derbasgehên sînorî hokara sereke ya qaçaxa nifta Herêma Kurdistanê ye.

Elî Meşkur,  endamê Komîsyona Nift û Gazê ya Parlemana Iraqê bal kişand  ser pirsgirêkên di navbera Bexda û Hewlêrê de bi taybet pirsgirêkên hinardekirina nifta Herêma Kurdistana Iraqê û got: Hegera sereke ya qaçaxa niftê li Herêma Kurdistanê nebûna çavdêrî u kontrola Bexdayê ser derbasgehên sînorî ye û hejmara derbasgehên nefermî yên Herêma Kurdistanê gihîştiye 26an û ev mijar yek ji pirsgirêkên sereke yên ser rêya lihevnekirina Bexda û Hewlêrê têkildarî dahatên niftê ye. Meşkûr di eynî demê de tekez kir, pejirandina qanûna nift û gazê ya Iraqê dikare pirsgirêkên navbera Bexda û Hewlêrê çareser bike, lê  pirsgirêkên siyasî rê li ber pejirandina vê qanûnê girtine. Ew her wiha ser vê bawerê ye ku ger Herêma Kurdistanê nifta xwe radestî şîrketa SOMOyê bike û beşek ji dahata wê vegere xezîneya Herêma Kurdistanê, dê rewş çêtir bibe.

Pirsgirkên têkildarî niftê û dahatên neniftî di navbera Hewler û Bexdayê di halekî de didomin ku di civîna duh a Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê bi şanda Bexdayê re ser  mijara dahatên niftê yên Herêma Kurdistanê û para xezîneya federal ji ber giranbûna nakokiyan, her du aliyan li hev nekirin û û biryar hat dayîn ku gotûbêj  berdewam bikin. Ji aliyê din ve, berdewamiya van nakokiyan bandorê li dayîna mûçeyên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê kiriye, bi curekê ku  Karwan Yarweys endamê parlimana Iraqê ser bi  fraksiyona Yekîtiya  Niştimanî ya Kurdistanê tekez kir ku Teyf Samî, Wezîra Darayîyê ya Iraqê, di  dawîn civîna xwe  ya bi şanda Hewlêrê re, eşkere gotiye: Dayîna mûçeyan tenê li gorî pêşnumaya nivîskî ya desteya wezîran dê pêk were û ger rêketinek tinebe, mûçeyên mehên heftem, dehem, yanzdehem û dazdehem dê bi xetera paşdexistin an nedayîna  re rû bi rû bibe.

Serepeyv