Tebax 28, 2025 18:09 Asia/Tehran
  • Berdevkê YNK`ê: Bila destwerdan li bûyerên Lalezarê neyê kirin û qanûn serdest be

Berdevkê YNK`ê li ser bûyerên Lalezarê ragihand ku çend rojan berî nika hin hewldan ji bo têkdana ewlehiya Silêmaniyê hatin kirin lê hêzên hikûmî li hember sûckaran sekinîn û wan radestî qanûnê kirin.

Karwan Gezneyî got: Em wekî Yekîtiyê îzna her cure destdirêjiya ser partiyan nadin û ji sîstima dadweriyê dixwezin ku bila qanûn serdest be û bi sûckaran re anegorî qanûnê serederî were kirin. Gezneyî ji hikûmeta Herêma KUrdistana Iraqê xwest ku biryarên dadgehê cih bînin ta ku sûckar cezaya xwe ya qanûnî werbigirin. 

Derbarê girtina Şasiwar Ebdulwahid de, berdevkê YNK`ê got: Ev doz ti têkiliya wê bi girtina Lahor Şêx Cengî re tune ye û dozek cida ye. Şasiwar gelek caran bêrêzî li YNK`ê kiriye, lê me qet gilî li dijî wî nekiriye. Ev doz welatiyekî eleqedar dike û li dadgehê tê lêkolînkirin."

Serepeyv