Serokatiya Herêma Kurdistanê: Divê nakokî qanûnî û bêyî şîdet bên çareserkirin
Piştî pevçûna sibeha îro ya li Silêmaniyê ku di encamê de hin kes hatin kuştin de, serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê li ser pêwîstiya berçavgirtina qanûnê, parastina ewlehî û aramiya bajêr û can û malê welatiyan pêgîrî kir û daxwaza çareserkirina hemû nakokiyan bi rêya qanûnî û dûrî şîdetê kir.
Piştî pevçûna sibeha îro ya li Silêmaniyê, serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê bi weşandina daxuyaniyeka fermî ji bilî diyarkirina hevxemkiya xwe bi malbatên goriyan û hêviya başbûna bilez û birîndaran, li ser girîngiya berçavgirtina qanûnê û xwedûrgirtina ji şîdetê bona çareserkirina nakokiyan pêgîrî kir.
Ji hêla din ve li dû pevçûnên bixwîn ên li hotela Lalezarê li Silêmaniyê ku ji bilî ku hin kes hatin kuştin, xisarên zav jî li geştyar, mal û tirombîlên derdorê ket, serokê Yekîtiya Niştîmanî ya Kurdistanê(YNK) ragihand wê xisarên li hemû kesên ku di vê bûyerê de derbe li wan ketiye, were cebirandin û ev bûyera ji hêla qanûnî û pereyî ve di destûr xebatê da ye. Li bara kuştiyê di vê pevçûnê de heta nika mirina çar kesan hatiye piştrastkirin; Sê kes kadroyên hêzên ewlehiyê bûn û kesek jî parêzvanê Lahûr Şêx Cengî bû.
Şêx Celal Seîd, xwediyê vê hotêlê jî ragihand: Gelek xisar li me ketine. Çend malbat jî di vê pevçûnê de tûşî ziyanê bûne. Herwiha cînarekî Hotêla Lalezarê jî got: Gulleyeke topê ketiye mala min û derbe li tirombîla min ketiye.
Sibeha îro Lahûr Şêx Cengî, serokê Bereya Gel li gel du birayên xwe Polad Şêx Cengî û Aso Şêx Cengî, piştî pevçûna bi hêzên ewlehiyê yên Silêmaniyê, li hotela Lalezar a Silêmaniyê hatin girtin.