Dadgeha şopandina tawanên Şasiwar Ebdilwahid, serokê Tevgera Niwşa Nû li Silêmaniyê destpê kir
Dadgeha şopandina tawanên Şasiwar Ebdilwahid, serokê Tevgera Niwşa Nû li Silêmaniyê destpê kir.
Îro mihakimeya Şasiwar Ebdilwahid, serokê tevgera Niwşa Nû ya Herêma Kurdistana Iraqê, li Silêmanî yê bi çepiklêdana xelkê li dadgehê destpê kir.
Şeva 12`ê Tebaxa 2025`an polîsê Silêmanî, Şasiwar Ebdilwahid di mala wî de girtin. Çend saetan piştî wê berdevkê polîs di civîneka çapemeniyê ragihand ku girtina wî anegorî hikmê dadgehê bûye. Ev kar rastî berteka tund a endamên Tevgera niwşa Nû ve hat. Nûnerên vê tevgerê, girtina Şasiwar Ebdilwahid, karekî siyasî dane zanîn û pêgîrî kirin ev dosiye wek berteka li hember vîdêoyekê ye ku Şasiwar Ebdilwahid têde pêhişyarî dabû eger hevhatinên siyasî heta heftiya tê cih neyên, Tevgera Niwşa Nû wê pêngaveka piratîk rake.