Tebax 17, 2025 21:39 Asia/Tehran
  • Helwesta Şasiwar Ebdulwahid derbara mi`aşê karmendên Herêma Kurdistanê da

Seroka Fraksyona Nivşa Nû li Herêma Kurdistanê ragihand ku wan îro civînek têkildarî rewşa miaşwergirên Herêma Kurdistanê li dar xist û ji hemî alîyên derveyî PDK û YNKê xwest ku bi hev ra helwesta xwe ragihînin û xwenîşandaneke seranserî li Herêma Kurdistanê li dar bixin.

Sirwe Ebdulwahid`ê ragihand ku ew dê heta şemîya bê çavlirê bin ku hemî alî helwesta xwe ragihînin, em fikir dikin ku dikarin bi hev ra civînekê li dar bixin têkildarî hevahengîya derheq pêngavên bên ji bo lidarxistina xwenîşandanê û dîyarkirina dema wê. 

Sirwe Ebdulwahid`ê herwiha got: Heke alîyan ti helwestek nîşan neda. wê demê yê Tevgera Nivşa Nû bi tena serê xwe helwestê nîşan bide.

Şasiwar Ebdulwahid Serokê Tervgera Nivşa Nû di 10ê vê mehê da di peyamekê da ragihand ku hemî alî û berpirsên Herêma Kurdistanê haydar dike ku heke rêkevtinameya wajokirî bi cih neynin û pirsgirêka dayîna miaş û destmizê çareser nekin, bila heta hefteya bê çaverêyê helwesteke zef girîng bin. 

Serepeyv