Şasuwar Ebdulwahid ser fermana dadwer hat desteserkirin
Tebax 13, 2025 14:25 Asia/Tehran
Çavkaniyek ewlehiyê li Silêmanî ragihand ku Şasuwar Ebdulwehid, Serokê Tevgera Nifşê Nû, hat desteserkirin.
Hêzeke Rêveberiya Polîsê parêzgeha Silêmanîyê li gorî fermana dadwerîyê li gundê Almanî, Şaswar Ebdulwehid girt.
Rêbwar Ebdulrehman parlemanterê Nifşa Nû ragehand girtina Şasuwar Ebdulwehid mijareke siyasî ye û heke ew hetanî hefteya bê pabendî peymanê nebin, ev tevgera dê gavên pratîkî bavêje. Rêbwar Ebdulrehman got, Tevgera Nifşa Nû bi reftarên PDK u YNKê ra hatîye rê. Em îro çavlirê bûn ku bişînin cem dadwer lê ew bi awayekî neqanûnî hate girtin û bo cihekî nedîyar hatiye veguhsetin.