Tîrmeh 18, 2025 19:32 Asia/Tehran

Hikûmeta Iraqê û Herêma Kurdistanê piştî çend mehan nakokiya li ser çawaniya radestkirina nifta Herêmê û dabînkirina çavkaniyên dayîna mûçeyan gihîştin rêketina dawiyê.

Li gorî vê rêketinê Herêma Kurdistana Iraqê berpirsiyar bûye ku rojê 230 hezar bermîl niftê bide Şîrketa Somoyê û her wiha divê beşeke zêde ji dahatên ne-nift' jî bide xizîneya federal. Desteya wezîran di civîna xwe ya dawî de, naveroka dawî ya peymana niftê û dayîna mûçeyan di navbera Herêma Kurdistanê û hikûmeta federal de xwend û ew pejirand.

Xalên herî girîng ên vê rêketinê ev in:

Di beşa  dosya radestkirina niftê de, Herêma Kurdistanê berpirsiyar dibe ku hemû nifta ku ji meydanên xwe yên niftê hilberandî ji bo hinardekirinê radestî Şîrketa peydakirina bazarê ya nifta Iraqê yanê SOMO`yê bike.

Li hember vê yekê, Wezareta Darayî ya Federal a Iraqê,  erkdar e ku li gorî qanûna budceyê, ji bo her bermîla niftê ku radest dike pêşwext 16 dolarî bide, bi şertê ku nifta ku tê şandin ji 230 hezar bermîlî di rojê de kêmtir nebe. Ger Herêm ji ber her hegerkê hinardekirinê rawestîne, divê hemû hilberîna xwe ya niftê radestî Wezareta niftê ya Federal bike.

 Rojê 50 hezar bermîl nift jî ji bo mesrefa navxweyî ya Herêma Kurdistanê were terxankirin bi şertê ku Herêma Kurdistanê rapora xerckirin, veguhastin û dahata xwe raber bike.

Di beşa dahata ne-niftê de, divê Hikûmeta Herêma Kurdistanê 120 milyar dînar wekî pişka berayî ya dahata ne-niftê ya meha Gulanê radestî Wezareta Darayî ya Federal bike da ku piştî nirxandina tam hesab bên safîkirin.

Komîteyek hevbeş ji bo yekalîkirina dayîna rasterast a mûçeyan li Herêmê li gorî biryara dadgeha federal, dê were avakirin ku divê ew di dereqa sê mehan de erkên xwe pêk bîne. Piştî wê, tenê karmendên ku hesabê wan ê bankê heye dê bikaribin mûçe werbigirin.

Wezareta Darayî ya Federal a Iraqê piştî piştrastkirina radestkirina tam a  230 hezar bermîl niftê di rojê de ji hêla Somo`yê ve dê dest bi dayîna mûçeyên meha Gulanê ya karmendên Herêmê bike .

Serepeyv