Ragehandina liyêkgiheştina niftê di navbera Bexda û Hewlêrê
Tîrmeh 16, 2025 18:06 Asia/Tehran
Berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê got: Hewlêr û Bexda derbarê niftê û derhatên ne-niftê de li yêk gihîştine.
Pêşewa Hewramanî berdevkê Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê, îro got ku Mesrûr Barzanî, Serokwezîrê Herêma Kurdistana Iraqê, naveroka liyêkgiheştinameya di navbera Hikûmeta Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal a Iraqê derbarê niftê û derhata ne-niftê de di civîna îro ya Desteya Wezîran de xistiye rojevê û Desteya Wezîran piştî nirxandina wê ew pejirandiye.
Hewramanî her wiha got: Liyêkgihîştina berayî derbarê niftê û derhata ne niftê bûye û ev destpêka rêketineke berfireh e.Wî got: Hikûmeta federal li gorî vê liyêkgişetinê, mûçeyên karmendên Hikûmeta Herêma Kurdistanê yên çend mehên borî dide.