Tîrmeh 14, 2025 17:22 Asia/Tehran

Hêzên emnî li nahîyeya Wertê nerazî dan ber gulleyan ku di encamê da welatîyek hat kuştin û ev yek bû sedema pêleke nerazîbûna gelanî li navçeyên curbicur ên herêma Kurdistanê.

Bi dehan kes ji niştecîyên nahîyeya Wertê li nêzîkî Riwandizê bi nîşana nerazîbûna himber kêmbûna xizmetên giştî û ceryanê li kolanan kom bûn. Hêzên emnî yên PDKê ketin dewrê û bi awayekî rasterast nerazî dan ber gulleyan ku di encamê da welatîyê bi navê Hesen Rehman hat kuştin û 4 welatî jî birîndar bûn.

Hesen Rehman kurê pêşmergeyekî serdema hikûmeta Be`isê bû. Nerazîyan li Wertê 24 saet mecal dan hêzên desthilatdar ku kujer bigirin û radestî dadgehê bikin.

Îro li navçeyên din ên Hewlêrê jî welatî li kolanan kom bûn û bi daxistina rêyên sereke û şewitandina lastîkan nerazîbûna xwe himber berdewambûna rewşa qeyranî ya xizmetguzarîyê û tepeserkirina tund nîşan dan.

Li Gundê Keviregoskê jî welatîyan cadeya sereke daxsitin û nerazîbûna xwe himber nebnûa av û ceryanê nîşan dan. Niştecîyên Taxa Koranî ya Enkaweyê jî li ber avahîya Serokatîya Herêmê li Hewlêrê kom bûn û bi şewitandina lastîkan kolana sereke daxistin û xwestin ku rewşa nalebar a xizmetên giştî were seruberkirin.

Li bazara navendî ya şarê Silêmanîyê jî welatîyên nerazî kom bûn û hêzên emnî çend kesên nerazî desteser kirin.

Soran Umer parlimanterê kurd li parlimana Iraqê derheq rewşa nika ya Herêma Kurdistanê nivîsî: Meriv çawan dikare çav li rê be ku çeka di destê ciwanê ku destmiz wernegirtîye û birsî ye, neteqe? Roja îro gelê ku bi dû av û ceryanê ne, didin ber gulleyan. Wî ji gel xwest ji bo sekinîna hibmer vê desthilatê rabin. 

 

Serepeyv