Tîrmeh 14, 2025 19:35 Asia/Tehran
  • YNK û PDKê daxûyanîyek dan

Partîya Demokirat a Kurdistanê û Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê piştî civîna xwe di daxûyanîyekê da ragihandin: Her du alî hevdeng bûn ku hemî hewlên xwe ji bo çareserkirina kêşeyan, dabînkirina miaş û kirêdîyên taybet bi Herêma Kurdistanê xurt bikin.

Di daxûyanîya hevpar a YNK û PDKê da wiha hatîye: Îro 14ê Hezîranê, rêzda Mesûd Barzanî pêşwazî li rêzdar Bafil Talebanî Serokê YNKê û desteya bi wî re kir û polîtbîroyên PDK û YNK derbara pêşhat û kêşe û gêreyên di navbera herêma Kurdistanê û hikûmeta federal bi taybet miaşê karmendên Herêma Kurdistanê û kirêdîyên pêwîst da civîyan.

Her du alîyan ber u layên sîyasî, aborî û civakî yên mijaran hilkolandin û ragihandin ku divê hewlên xwe xurt bikin ji bo çareserkirina kêşeyan û dabînkirina miaş û kirêdîyên taybet bi herêma Kurdistanê û pêngavên pêwîst di çarçova destûrê da ji bo hevahengî û çareserîyê rakin.

Di beşeke vê civînê da jî amajeyî xurtkirina peywendîyên PDK û YNKê ji bo ji bo derbaskirina berbendan û parastina Herêma Kurdistanê û destkevtên wê hat kirin. 

Serepeyv