Merasima çekdanîna PKKê li işkevta Casane ya Silêmanîyê
Merasima çekdanîn û jinavbirina çekê ya yekem koma PKKê li ikevta Casane li herêma Surdaş a Silêmanîyê hat lidarxistin.
30 endamên PKKê di merasimekê da li işkevta Casine li herêma Surdaş li 50 kîlometrîya Silêmanîyê 2 mehan piştî ragihandian bidawîhatina 40 sal şerê di navbera PKKê û dewleta Tirkîyê da çekên xwe şewitandin.
PKK di yekem daxûyanîya xwe da ragihand: Ji vir pê ve, têkoşîna me ji bo azadîyê yê bi rêya emrazên qanûnî û sîyasetên demoikiratîk ser esasa qanûnên tevlibûna demokiratîk were domandin. Ji bo vê armancê, em îro bi vîna xwe ya azad çekên xwe li pêş çavên we datînin û ji nav dibin. Desteya dewleta Tirkîyê jî di merasima çekdanîn û jinavbirina çekê ya yekem koma PKKê da li Silêmanîyê çavdêrî kir. Besê Hosat û Mistefa Karasû ji rêvebirên PKKê jî di vê merasimê da amade bûn. Wekîlên partîyên Herêma Kurdistanê û Tirkîyê û malbatên kuştîyan ên ji Tirkîyê jî di vê merasimê da beşdar bûn.
Merasima çekdanînê, xaleke werçerxanê di derbasbûna komên kurd j serhildana bi çekê bo pêngava sîyasî ya demokiratîk e ku beşeke hewldanên berfiretir ji bo bidawîhatina yek ji şerên herî demdirêj li navçeyê ye ku ji sala 1984ê va bi dehan hezar kes di encamê da hatin kuştin. Ev pêngava PKKê wek bersiva hibmer banga Ocalan a di 27ê Sibata îsal da bû ku ji girtîgeha Îmralîyê va da û got ku şerê bi çekê, şîdet û fikra dewleta kurdî, xwerêvebirî û federalîsm asê bûye û têk çûye, lewma divê himber dewleta Tirkîyê ber bi şêwaza demokiratîk va pêş da herin û pêwîst e ku PKK were hilweşandin û jiçekirinê.