Qeyrana nedayîna miaşê Karmendên Herêma Kurdistanê, çima Bexdayê şandina budceyê rawestandiye
Di halekî de ku qeyrana nedayîna miaşê karmendên Herêma Kurdistanê berdewam dike, rayedarekî Iraqî ragihand ku şandina budçê ji ber raporekê hatiye rawestandin ku nîşan dide Herêma Kurdistanê di salên derbasbûyî de bi milyaran dînar ji firotina niftê qezenc kiriye.
Vî rayedarê payebilind ê Iraqî, ku nexwest navê wî were eşkerekirin, di gotûbêjeke medyayê de ragihand ku hikûmeta Iraqê ji ber raporekê, dayîna miaşa karmendên Herêma Kurdisranê rawestandiye ku ev rapor ji hêla hikûmeta Herêma Kurdistanê ve hatiye îmzekirin û nîşan dide ku di şeş mehên destpêkê yên par de ku mijara dabînkirina miaşên karmendên Herêma Kurdistanê qeyranî bibû, şandeke payebilind ji Dîwana Çavdêriya Darayî ya Iraqê ji bo Herêma Kurdistanê hatiye şandin ku zêdetirî mehekê li Hewlêrê mijûlî nirxandina lîsteya miaşwergiran û dahatên niftê û ne-niftê yên Herêma Kurdistanê bûne.
Piştre, raporek hevbeş di navbera Dîwana Çavdêriya Darayî ya Herêmê û hikûmeta federal a li Bexdayê de hate amadekirin û rayedarên Dîwana Çavdêriya Herêmî jî ew piştrast kirin. Li gor vê raporê, şandina pereyan ji bo dayîna miaşên karmendên herêmê hatiye rawestandin.
Çarşemiya borî,Mihemed Şiya Sûdanî, Serokwezîrê Iraqê ev rapor di civîna Çarçoveya Hemahengiyê da raber kir û li gor wê, rêberên Şîe li hev kirin ku pirsgirêkên heyî bi awayekî bingehîn çareser bikin û heta hingê dayîna mişaên karmendên Herêma Kurdistanê were sekinandin.
Li gorî raporê, hema di sala 2023an de, dahata niftê ya Herêma Kurdistanê zêdetirî 4 hezar milyar dînar bûye.