Hezîran 06, 2025 14:26 Asia/Tehran
  • Tirkiye baregeheke leşkerî ya nû li Herêma Kurdistanê ava dike

Artêşa Tirkiyê li dewama operasyonên xwe yên leşkerî li bakurê Iraqê li herêma Behdînanê baregeheke nû ava kiriye.

Eva di halekî de ye êrişên topxaneyî û hewayî yên dijî çeperên PKK`ê li parêzgeha Dihokê zêde bûne. Artêşa Tirkiyê dixwaze li Herêma Kurdistana Iraqê navçeyeke ewle ava bike û pêşiya hebûna hêzên PKK`ê li navçên di bin kontrola leşkerî ya Tirkiyê de bigre. Artêşa Tirkiyê piştî ku PKK`ê agirbesteke yekalî ragihand, gelek caran bi êrişên topxaneyî, hewayî û helîkopteran Herêma Kurdistana Iraqê kiriye hedef.

Serepeyv