May 22, 2025 17:37 Asia/Tehran
  • YNKê daxwaza wergirtina posta Serokatiya Herêmê û Wezareta navxwe ya Herêma Kurdistana Iraqê dike

Di demekê de ku muzakirên ji bo avakirina hikûmeta dehem a Herêma Kurdistana Iraqê berdewam dike, Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê bi fermî daxwaza wergirtina posta serokatiya herêmê û wezareta navxwe û çend wezaretên girîng ji partiya Demokrat kir.

Yekîtiya Niştimaniya Kurdistana Iraqê (YNK) bi fermî daxwaz kir ku postên serokatiya Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Wezareta Navxweyî û Wezareta Çavkaniyên Xwezayî bigre istûyê xwe. Ev daxwaz li himber daxwazên Partiya Demokrat a Kurdistana Iraqê hat kirin, ku di civînên berê de qala parastina serokatiya herêmê û Wezareta Navxweyî ji bo xwe kiribû.

Di dawîn civîna di navbera tîmên muzakireyê yên Partiya Demokrat a Kurdistanê û Yekîtiya Niştimaniyê de, her du partiyan lîsteyên xwe yên pêşniyarkirî pêşkêş kirin û gotûbêjên cidî ji bo parvekirina postên sereke di navbera wan de di halekî de destpê kirine ku  partiyên opozîsyonê bi tundî rexne li siyasetên her du partiyan ji bo birêvebirina herêma Kurdistanê girtine.

Serepeyv