May 14, 2025 18:23 Asia/Tehran
  • Hevdîtina Parêzgarê Hewlêrê ligel serkonsulê Îranê

Di hevdîtina Parêzgarê Hewlêrê û serkonsulê Komara Îslamî ya Îranê de, her du alîyan basa lidarxistina sêyemîn civîna parêzgarên parêzgehên hevsînor ên Îran û Herêma Kurdistanê kirin.

Omîd Xoşnav, Parêzgarê Hewlêrê, îro Çarşemê, li Konsulxana Komara Îslamî ya Îranê li Hewlêrê, bi Feramerz Esedî serkonsulê Îranê re hevdîtin û gotûbêj kir. Di vê civînê de tekezî ser pêwîstiya berdewamiya hevkariyên parêzgehên hevsînor ên Îran û Herêma Kurdistanê wek yek ji bingehên sereke yên têkiliyên di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistana Iraqê de hat kirin.

Di beşeke din a vê hedîtinê de, tedbîrên pêwîst ji bo lidarxistina gera sêyem a civîna parêzgarên parêzgehên hevsînor di navbera Komara Îslamî ya Îranê û Herêma Kurdistana Iraqê de, ku biryar e di demek nêz de li bajarê Sineyê were lidarxistin, ketin ber behs û nîqaşan.

Serepeyv