Destkevta sefera parêzgarê Hewlêrê bo Îranê
Omîd Xoşnav, parêzgarê Hewlêrê, ku ji bo beşdariya di Nîşangeha Îran EXPO`yê de seredana Îranê kiribû, di hevdîtinên xwe yên ligel berpirsên Îranê ji wan parêzgarên Têhran, Zencan, Qezwîn û Azerbaycana Rojava de ragihand ku bi nêrîna li pêşerojê û palpiştiya li dîroka hevbeş, em ê pêwendiyên xwe ligel Îranê bihêztir bikin.
Omîd Xoşnav, parêzgarê Hewlêrê, roja duşemiya buhurî li konferansa bazirganiya hevbeş bi parêzgeha Têhranê re, bal kişand ser berbuhuriya hevpar û bi şanazî ya di navbera Herêma Kurdistana Iraqê û Komara Îslamî ya Îranê de û ragihand: Herêm bi nerîneke erênî li paşerojê û vîneka cidî ji bo pêşerojê, hewl dide ku peywendiyên xwe bi Îranê re berfire bike û qahîmtir bike. Xoşnav diyar kir ku hevkariyên me yên berê encama îradeya herdu aliyan bûne û got: Em bi dîroka xwe ya hevpar şanaziyê dikin.
Wî her wiha sipasiya rola balyozxane û Nivîsgeha Peywendiyên Îranê li Hewlêrê di bihêzkirina van peywendiyan de kir.
Parêzgarê Hewlêrê serdana vê dawiyê ya Serokomarê Îranê Dr. Mesûd Pêzêşkiyan bo Hewlêrê pirr girîng da zanîn û herwiha got: Hatina ziyaretkarên îranî bo Iraq û Herêma Kurdistanê ji bo me cihê şanaziyê ye û ev mijar ji aliyê Nêçîrvan Barzanî, Serokê Herêma Kurdistana Iraqê, ve jî hatiye tekezkirin.
Omîd Xoşnav li hevdîtina tev Mihemed Sadiq Mutemediyan, parêzgarê Têhranê, nihêrîna Herêma Kurdistana Iraqê, pêşvebirin û xurtkirina peywendiyên Têhran û Hewlêrê da zanîn. Mihemed Sadiq Mutemediyan, parêzgarê Têhranê jî bal kişande ser hevbeşiyên kûr ên dîrokî û çandî û piştevaniyên berê yên Îranê ji xelkê Herêma Kurdistana Iraqê bi bîr xistin û tekez kir ku Îran hertim li rex birayên xwe yên li Herêma Kurdistana Iraqê ye.
Di hevdîtina Omîd Xoşnav, parêzgarê Hewlêrê û parêzgarê Qezwîn de, Xoşnav karîn û şiyanên pîşesazî û çandinî yên Qezwînê pirr baş nirxand û daxwaza pevguhertina ezmûnan di warê teknolojî û berhemanînê de kir.
Êvariya roja çarşemiyê jî Omîd Xoşnav li bajarê Zencanê bi Muhsên Sadiqî, parêzgarê Zencanê re hevdîtin pêk anî û tekezî li ser xwesteka Herêma Kurdistana Iraqê bo pêşxistina hevkariyên çandî, aborî, pîşesazî, geştiyarî û tendirustî û sermayerazandinê li gel parêzgehên Îranê bi taybetî Zencanê kir.
Omîd Xoşnav herwiha li hevdîtina digel Riza Rehmanî, parêzgarê Azerbaycana Rojava, ragihand: Zêdekirina peywendiyên dualî û têkeliyên navbera Azerbaycana Rojava ji bo me pêwîstiyek e û em piştevaniya her cure zêdekirina hevkarî û peywendiyên dualî dikin. Reza Rehmanî jî di vê hevdîtinê de tekezî li ser zêdekirina peywendiyên çandî, aborî û bazirganî yên di navbera her du herêman de kir û got: Bi destpêkirina karê derbasgeha Kêlêşînê li gel Herêma Kurdistana Iraqê, têkeliyên aborî di navbera Herêma Kurdistana Iraqê û Îranê de zêde dibin.