Nîsan 26, 2025 16:52 Asia/Tehran
  • Zêdebûna liv û tevgerên artêşa Tirkiyê li bakurê Iraqê

Çavkaniyên Iraqî derbarê dewama binpêkirinên qada esmanî ya vî welatî û xurtbûna hebûna leşkerî ya Enqerê li bakurê Iraqê agahî dan.

Esam Şakir, yek ji rêberên Hevpeymaniya Çarçoveya Hemahengiya Iraqê, ragihand ku Enqere rojê herî kêm 10 caran qada esmanî ya Iraqê binpê dike û hêzên xwe yên leşkerî li zêdetirî 60 baregehên li axa Iraqê de xurt dike, ku hin ji wan wek baregeha Zelîkan a nêzîkî Başîqeyê pir mezin in.

Şakir diyar kir: Tirkiye rojê herî kêm 10 caran, û di hin rewşan de jî 50 caran, bi dron û balafirên şer qada esmanî ya Iraqê binpê dike. Wî got divê em himberî dagirkirina axa Iraqê de biryarek neteweyî bidin.

Serepeyv