Nîsan 19, 2025 17:43 Asia/Tehran
  • Rojê 180 hezar bermîl nift li Herêma Kurdistanê bi qaçaxî tê firotin

Tevî sekinandian fermî ya hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê ji rêya Bendera Cêyhan a Tirkîyê anegorî hikma Dadgeha navdewletî ya Parîsê, parlimanterekî iraqî ragihand ku firotina bi qaçaxî ya niftê hela jî didome.

Ela Heyderî endamê Komsyona Nift û Gazê ya parlimana Iraqê ragihand ku rojê nêzî 180 hezar bermîl nifta xav bi awayê qaçax ji Herêma Kurdistanê tê hinardekirin û ev yeka salê dibe sedema zîyaneke zêde ji 4 milyard dolarî. 

Vî parlimanterê ireqî herwiha got: Piştî hikma Dadgeha Navdewletî ya Parîsê derheq sekinandian fermî ya hinardekirina nifta Herêma Kurdistanê j irêya bendera Cêyhan a Tirkîyê, ev kara bi awayekî fermî hat sekinandin, lê derxistina niftê didome û nika nift bi tankêran û tiştên din bi awayekî neqanûnî û derveyî çavdêrîya hikûmeta federal tê hinardekirin.

Heyderî herwiah got: Nifta ku bi qaçaxî ji Herêma Kurdistanê derdikve, bi bihaya kêmtir ji bihaya cîhanî tê firotin. 

Serepeyv