Civîna YNK û PDKê û parvekirina postên hikûmî ser 3 astan
Nîsan 09, 2025 18:26 Asia/Tehran
YNK û PDKê civînên ji bo pêkanîna hikûmetê dest pê kirin û postên hikûmî jî ser sê astan tên parvekirin.
Medyayên PDKê derbara parvekirina postan da ragihandin ku postên hikûmî ser 3 astan hatin parvekirin; asta yekem ên serokatîyê, asta duyem wezaretên birêvebirinê û asta sêyem jî wezaretên xizmetguzarîyê.
Semîr Hewramî Berdekê Qubad Talebanî Serokê Desteya Bilind a YNKê ji bo pêkanîna hikûmetê îro ji medyayên PDKê ra got ku piştî 12ê vê mehê dê rojek ji bo civîna PDK û YNKê were destnîşankirin. Ev daxûyanîya Hewramî piştî daxûyanîya îro ya Mesûd Barzanî hat ku tê da ji PDK û YNKê xwest ku ji bo pêkanîna hikûmetê lezê bikin.