Çavdêriya ser lîsta mûçeyê rastî astengityê hat
Adar 21, 2025 18:00 Asia/Tehran
Çavdêriya ser lîsteya mûçeya meha sêyem a karmend û mûçexorên Herêma Kurdistanê careke din ketiye tengasiyê.
Çavkaniyek ji Wezareta Darayî ya Iraqê ji medyaya Yekitiyê re ragihand: Çavdêriya li ser lîsteya mûçeyê meha sêyem a Hikûmeta Herêma Kurdistanê dest pê kir, lê careke din pirsgirêk têde derketin.Li gorî vê çavkaniyê, hikûmeta Herêma Kurdistanê bi hincetên curbicur careke din navên nû li lîsteyê zêde kiriye û bi sedan navên dubarebûyî jî têde hene, ku ev yek jî ji bo piştrastkirina lîsteyê pirsgirêk çêkiriye