Amadebûna APIKURê ji bo destpêkirina hinartina nifta Herêma Kurdistanê
Encumena Pîşesaziya Niftê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê (APIKUR) ragihand, ew amade ne bi şertê garantîkirina mûçe û dayîna deynên kompanyayan, hinartina niftê bi rêya boriya niftê ya Iraq-Tirkiyê dest pê bikin.
Encumena Pîşesaziya Niftê ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê (APIKUR) ragihand, ew amade ne ku hinartina niftê bi rêya boriya niftê ya Iraq-Tirkiyê re, bi şertê ku şert û mercên pêwîst pêk werin, dest pê bike, herwiha tekezî ser pêkanîna zelal a xalên qanûnî yên girêdayî bûdceya Iraqê û çareserkirina deynên kompaniyên niftê kir.
Vê encumenê daxwaza hevkariya dadmendane bi berhemhênerên niftê yên Herêma Kurdistanê dike mîna berhemhênerên niftê yên li Iraqa federal û tekez dike ku tenê ger ev merc pêk bên dê hinartina niftê dîsa dest pê bike.