Adar 04, 2025 18:39 Asia/Tehran
  • Paşxistina hinartina nifta Herêma Kurdistana Iraqê

Kompanyayên niftê yên Herêma Kurdistana Iraqê di civînekê de ku ji bo destpêkirina hinartina nifta xav ji vê herêmê ve hat lidarxistin, nekarîn bigihin rêkeftinekê.

Li gor gotina Basim Mihemed Xedîr, cîgirê wezîrê niftê yê Iraqê, Tirkiyê ragihandiye ku xeta boriya ku di Deryaya Sipî de digihêje bendara Cîhanê, hatiye kontrolkirin û ji bo wergirtina niftê amade ye. Wî got: Me hemû sozên xwe cih anîne û em li benda çiraya kesk ji herêma Kurdistana Iraqê ne ji bo kivşkirina roja destpêkirina hinartina niftê. Li gorî hevhatinê, ev hinardekirin dê rojane bi qasî 185 hezar bermîlan destpê bike û bigihêje zirûfên ku di bûdceya federal de hatine diyarkirin.

Serepeyv