Adar 03, 2025 17:14 Asia/Tehran
  • Piştî çareserkirina pirsa PKKê, divê artêşa Tirkiyê ji Herêma Kurdistanê derkeve

Endamekî Parlemana Iraqê ji Fraksiyona Partiya Demokrata Kurdistanê ragihand: Piştî çareserkirina pirsa PKKê, divê artêşa Tirkiyê ji axa Herêma Kurdistanê drekeve.

Di halekî de ku Tirkiyê hebûna xwe ya leşkerî li Herêma Kurdistanê berdewam dike, parlamenterê Iraqê Mehma Xelîl ragihand piştî çareserkirina kirîza PKKê, êdî Enqere ji bo mayîna li nav axa Iraqê dê mehneyên wê tinebin û divê Bexda bi hêz berevaniyê li  mafê serweriya xwe bike.

Vî parlamenterê kurd yê parlemana Iraqê got, divê hewldanên dîplomatîk  bên kirin  ku pêşiya her cure rêkeftinekê ku hêzên Tirkiyê di nav axa Iraqê de bimînin, were girtin.

Mehma Xelîl her wiha daxwaz ji hikûmeta Iraqê kir ku bila tedbîrên cidî û dîplomatîk di  asta navxweyî û navdewletî  bên kirin  ku pêşiya her cure hewldana  Tirkiyê  were girtin  ku hebûna xwe ya leşkerî li Iraqê rewa nîşan bide.

Serepeyv