ِDaxwaza Komek ji Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê jibo tevlîbûna nav hêzên Iraqê
Adar 01, 2025 18:50 Asia/Tehran
Bi sedan pêşmergeyên Herêma Kurdistanê daxwaza tevlîbûna nav hêzên federal ên Iraqê kirin.
Bi sedan kes ji pêşmergeyên Herêma Kurdistanê li meydana Tehrîrê ya Bexdayê xwepêşandanek li dar xistin û daxwaz kirin ku beşdarî hêzên Îraqî yên federal bibin.
Pêşmergeyên nerazî zulm û neheqî, sedema cudabûna xwe ji hêzên Pêşmergeyên Herêma Kurdistanê ragehandine.
Ne tenê partiyên desthilatdar li Herêma Kurdistanê hêzên bi navê Pêşmerge hene, belku hinek kesayetiyên Herêma Kurdistanê jî hinek hêz hema bi vê navê bi kar tînin û piraniya wan hêzan ji nebûna mûçe û binpêkirina mafên wan nerazî ne.