Zêdeyî 600 gundên Herêma Kurdistanê li ber gefa valakirinê de ne
Êriş û bombebaranên her rojî yên artêşa Tirkiyê bûye sedem ku zêdetirî 600 gundên Herêma Kurdistanê bikevin bin gefa valakirinê
Rêxistina CPT’ê ragihand ku ji ber bomberdûman û êrişên artêşa Tirkiyê ser axa Herêma Kurdistanê zêdetirî 600 gundên ser sînor ê bikevin ber xetera valakirinê û hemû şêniyên van navçên sînorî rastî gefa cidî hatine û çavdêrekî siaysî hişyarî daye ku divê ev metirsî neyên paşguhkirin û divê hikûmeta Herêma Kurdistanê li hember êrişên Tirkiyê ser navçeyên sînorî yên Iraqê helwesteke zelal nîşan bide
Çavkaniyên nûçeyan pêştir gotine, ji ber êrişên rojane û êrişên Tirkiyê 183 gundên Herêma Kurdistanê bi temamî hatine valakirin û 602 gundên din jî di bin metirsiya valakirinê de ne û îmkana çêkirina 400 gundên Herêma Kurdistanê piştî serhildana sala 1991ê ve ji ber berdewamiya şer û nakokiyên sînorî ne pêk nehatiye.