Biryara Wezareta Ewqafê li ser bangdana li Herêma Kurdistana Iraqê
Birêvebirê Wezareta Ewqaf û Karên Dînî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê ragihand ku di meha Remezanê da, yê bangdayîna li mizgevtên Hewlêrê û derdorê bibe navendî.
Zayele Nebez Ismayîl Birêvebirê Wezareta Ewqaf û Karên Dînî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê got ku berî vîya li ser vê pirojeya Wezareta Ewqafê kar hatîye kirin û destpêkê nimêjên sibe û êvarê digire ber xwe.
Wî herwiha got: Istodîyoya serekî ya navenda bangdanê yê li Hewlêrê be, 45 bangbêj yê li wir bin ku hinek j iwan karmendê Wezareta Ewqafê ne, yên din jî xwebexş in.
Birêvebirê Wezareta Ewqaf û Karên Dînî ya Hikûmeta Herêma Kurdistanê herwiha got ku ew bangdana navendî yê rasterast bi rêya teknolojîya dîcîtal be ne tomarkirî ango yê mela rasterast bangê bidin. Zayele Nebez Ismayîl herwiha got ku ev biryara bi dû razîbûna Lêjneya Fitwayê ya Herêma Kurdistanê hatîy dayîn û biryar e ku di dahatîyê da li seranserî Herêma Kudistanê were bicihanîn.