Desteyeke parlimanî peyama girevgirtîyan li Silêmanîyê gîhand Bexdayê
Endamekî Fraksyona YNKê li parlimana Iraqê ragihand ku desteyeke parlimana Iraqê daxwazên kesên li Silêmanîyê ketine girevê, raberî serokatîya parlimanê, desteya wezîran û Dadgeha Federal kir û ji hêla din va li parlimanê lêjneyek di vî warî da hat pêkanîn.
Karwan Yarweys got: Desteya parlimana Iraqê rica ji kesên ketine girevê kir ku ji ber tenduristî û jîyana xwe dawî li girevê bînin û peyam û daxwazên wan ên rewa gihîştine ber destê hemî navendên biryardayînê yên Iraqê.
Karwan Yarweys herwiha got: Ew desteya parlimana Iraqê ji parlimanterên Bexda, Besre, naverast û başûra Iraqê û hejmareke parlimanterên kurd pêk hatîye, seredana wê desteyê jî li gorî daxwaza Fraksyona YNKê û firaksyonnê Herêma Kurdistanê bû, taybetî jî piştî ku Serokê Fraksyona YNKê û parlimanterên YNKê duh seredana kesên ketine girevê kirin.