Sibat 06, 2025 18:38 Asia/Tehran

Şîrketa niftê ya Norwêcê DNO ragihand ku dahata wê di sala 2024an de gihiştiye 667 milyon dolaran ku beşa sereke ya wê jî ji ber zêdebûna berhemanîna nifta xav li Herêma Kurdistana Iraqê bûye.

Şîrketa DNO Norwêcê îro ragihand ku berhemanîna nifta xav par gihiştiye 77 hezar û 300 bermîlan di rojê de.ku zêdebûna  sedî 50 ê pêka  sala derbasbûyî nîşan dide. Pişka Herêma Kurdistanê di nifta vê kompaniyê de rojane 59 hezar bermîl bûyu. DNO ku li meydana  niftê ya  Tawgeyê li gel şirîkên xwe yên din kar dike û xwediyê sedî 75 pişkên vê meydana niftê ye, di sala 2024an de berhemanîna nifta xav ji vê meydanê û meydana Pêşxabûrê sedî 70 zêde kir û di sê salên dawiya sala borî de gehişte 78 hezar  û 600 bermîlan di rojekê de. Nifta ku di van meydana  de tê hilberandin, ji ber girtina boriya niftê ya Tirkiyê, li bazara navxwe ya Herêma Kurdistanê hatiye firotin.

 DNO gotiye ku her bermîlek nifta Herêma Kurdistanê ku tê berhemanîn bi navgînî bi 35 dolaran hatiye firotin. Li gor gotina  vê kompaniyê  meydana niftê ya Tawge li Herêam Kurdiostanê bi tenê mehane 10 milyon dolar ji bo DNO  derhat qezenc kiriye.

Serepeyv