Hikmê girtina terorîst Hisên Yezdanpenah
Sibat 04, 2025 17:46 Asia/Tehran
Li dû dozvekirina hejmarek ji malbatên Kurd ên îranî dijî Hisên Îzedpenah(serkirdê Koma terorîst a PAK`ê), dadgehek li Hewlêrê hikmê girtina wî da lê ji aliyê polîsê Herêma Kurdistana iraqê ve hîna ti karek nehatiye kirin.
Zarokên van malbatan bi behaneyên curbicur ên wek koçkirin, xwendin û karkirinê birine Herêma Kurdistana Iraqê û li wir ji aliyê koma ser navê PAK`ê ve bo pêgehên vê koma çekdar û terorîst hatine veguhestin û di rewşeka taybet a leşkerî de ji aliyê vê komê ve hatine kontrolkirin.