Mamosta û karmendên Silêmaniyê yên di grevê de : Em dev ji greva xwe bernadin
Mamosta û karmendên Silêmaniyê yên di grevê de tekez kirin tevî pirsgirêkên cidî ew dê heta bi destxistina daxwazên xwe paşde venekişin.
Di halekê de ku mamosta û karmend li Silêmaniyê ji ber krîza debara jiyanê û paşdexistina mûçeya xwe , dest bi grevê kirine, Hikûmeta Herêma Kurdistanê û Bexda hîna li hember vê rewşê bêdeng mane. Yên ku ketien grevê ku bi rojan e di nava sirr û seqemê de ne rastî pirsgirêkên cidî yên tenduristiyê hatine, tekez dikin ku heta daxwazên wan neyên cîbicîkirin ew dê paşde venekişin.
Mamosta û karmendên ketî grevê li Silêmaniyê tevî birçîbûn, westiyan, serma û bayê tund j tim li ser daxwazên xwe pêkutiyê dikin û tekez dikin ku ew ê dev ji grevê bernedin.
Hejmara konên kesên di grevê de li ber nivîsgeha NY li Silêmaniyê zêde dibe û piştgiriya ji vê grevê di halê zêdebûnê ye.