Dema pêkanîna kabîneya dehan a hikûmeta Herêmê tê aşkerakirin
Çile 28, 2025 18:50 Asia/Tehran
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistana Iraqê, Fewzî Herîrî dema pêkanîna kabîneya dehan a hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê aşkera kir û ragihand, têgihiştinek baş heye ji bo pêkanîna Kabîneya Dehem a Hikûmeta Herêmê û dibe ku berî cejna Newrozê kabîneya dehem bê avakirin.
Serokê Dîwana Serokatiya Herêma Kurdistanê got, ew geşbîn e derbarê encamên vê civînê de, her çend berî niha dihat gotin ku kabîneya nû heta hilbijartinên Iraqê bê paşxistin, lê niha atmosfereke erênî heye û hemû alî li ser pêkanîna kabîneya nû pêgîriyê dikin.