Mamosta û karmendên nerazî xwenîşandanê dikin
Mamosta û karmendên nerazî li Silêmanî ragehandin roja şemiyê siet 10:00ê sibê dê xwenîşandanê bikin û dê cardinê herin Bexdayê û dîsa dest bi xebatên xwe jibo Tewtînê( sîstimeke bankî) destpê bikin.
Mamosta û karmendên nerazî li Silêmaniyê îro li civîneke rojnamevaniyê de ragehandin: Berpirsiyariya cîanîna Tewtînê emê bixin istûyê berpirsên Herêma Kurdistanê û herwiha got: "Em berpirsên Hikûmeta Herêma Kurdistanê sebeba van yekana dizanin zêdekirina pileyê jî mafê xwezayî yê karmendan e û berpirsên Herêma Kurdistanê ev maf jî ragirtine. Ew jî diçe mala diziyê.Wan her wiha gotin: Miaş maf e û nabe desthilatdar mafê te zeft bikin û berpirsên dasepandî ku hîna elif bêya mafê nizanin çavê xwe kutane mişaşa karmendan.
Di Cotmeh û Mijdara îsal de bi temamî ev maf nehatiye dayîn Dema ku we mafên me dan hingê daxwaza dewama xebatê bikin .
Wî her wiha got: Emê Roja Şemiyê xwenîşandanekê li dar bixin.Em hêvî dikin ku kesên ku xwe nerazî dizanin, beşdarî xwepêşandanê bibin. Paşê jî ew wê here Bexdayê bona ku zextê bîne ku Mesela Tewtînê çareser bikin. Hikûmeta Herêma Kurdistanê heta niha mûçeyên meha Cotmehê û Mijdara îsal dabeş nekiriye. Tevî şandina 761 milyar dînarî ji aliyê hikûmeta Iraqê ve, lê roja dabeşkirina miaşê nehatiye diyarkirin.