Hikûmeta Herêma Kurdistanê sedema nakokiyên di navbera Bexda û Hewlêrê ye
Mijdar 30, 2024 17:25 Asia/Tehran
Berpirsê cihîner ê polîtboroya siyasî ya Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê ragihand ku sedema pirsgirêkên di navbera Herêm û Bexdayê da, hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê ye ji ber ku her mehê navên nû li lîsteya navên miaş-wergiran zêde dike.
Mistefa Ebdilah, berpirsê cihîner ê nivîsgeha siyasî ya Partiya Yekgirtûya Îslamî ya Kurdistanê got: Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê her mehê navên nû li lîsteya navên miaş-wergiran zêde dike û ev zêdekirina navan bûye sedema pêkhatina hin pirsgirêkan di dayîna miaşê karmendên Herêma Kurdistana Iraqê.
Wî her wiha got ku yek ji sedemên pirsgirêkên di navbera Herêma Kurdistan û Bexdayê da ev e ku hikûmeta Herêma Kurdistanê xwe erkdar nizane ku daxwazên Bexdayê û hikmên Dadgeha Federal cih bîne.