Rexneya Soran Omer li ser zelalnebûna pirsên aborî yên hikûmeta Herêmê
Soran Omer, parlementerê Parlemana Iraqê rexne li nezelalbûna mijarên abûrî li Herêma Kurdistana Iraqê girt û ragihand ku Hikûmeta Herêma Kurdistana Iraqê qist û qismê deynên Banka Bazirganî ya Iraqê ji pereyê mûçeyê karmendan dide.
Parlamenterê Parlimana Iraqê, Soran Omer, ragihand ku hikûmeta Herêma Kurdistanê xercên xwe, zêde ji desthilata qanûnî ji Bexdayê re ragihandiye û got: Zelalnebûna mijarên aborî di hikûmeta Herêmê de bûye sedema gelek nakokiyan di navbera Wezareta Aborî û Darayî ya Iraqê û Herêma Kurdistanê de û di vê navberê de mûçeyê karmendên Herêmê rastî kêşeyan ve tê.
Soran Omer ragihand ku li gorî qanûna bûdceya Iraqê, zêdetirî hezar milyar dînar ji deynê TBI`yê ku hikûmeta Herêma Kurdistanê nedaye bankê, ji aliyê Wezareta Aborî ya Iraqê ve ji pereyê mûçegirên herêmê hatiye kêmkirin û derxistin û Wezîrê Aborî ji bo girtina pêşiya nerazîbûna Hewlêrê û pabendbûna bi rêkarên qanûnî, şandina vî pereyî di çarçoveya rêzên bûdceyê de ji bo Herêma Kurdistanê sepandiye.