Bila qada hewayî ya Iraqê bona êrişa ser welatên din neyê bikaranîn
Îhsan Yasîn Zelmî, endamê Komela Dadgeriyê ya Kurdistana Iraqê û çavdêrê meselên siyasî yên navçê dibêje: Divê Kurd wek mînaka xwe ya mezhebî, Selahedîn Eyûbî, li hember mijara Filistînê bertekê nîşan bidin. Şêwirmendê ewlehiya netewî ya Iraqê careka din li ser dijayetiya hikûmeta vî welatî li hember bikaranîna qada hewayî ya Iraqê ji bo êrişa li ser welatên din pêgîrî kir.
Qasim El Erecî, amajeyî vê yekî kir ku Bexda bi hemû şiyana xwe hewl dide pêşiya şerrê navçeyî bigire û li ser baldariya civaka navnetewî di çarçoveya berpirsyariyên însanî, exlaqî û pêwîstiya hewldanan û bikaranîna zext û zorê ji bo zextanînê bona bidawîanîna şerrê bikaresat di Zîvala Xezzê û Libnanê da pêgîrî kir.
Qasim el Erecî, berî nika di sefera xwe ya Têhranê û hevdîtina bi rayedarên Îranê da jî li ser helwêsta misoger û isûlî ya Iraqê bona dijayetiya li hember bikaranîna ax û qada hewayî ya Iraqê ji aliyê her aliyekî ji bo êrişa ser welatên cînar û navçê pêgîrî kiribû.