Mijdar 13, 2024 18:10 Asia/Tehran
  • Berdevkê YNKê: Me plana 2030yê jî heye

Berevkê Yekitîya Niştîmanî ya Kurdistanê (YNK) dîyar kir ku ti kabîneyeke hikûmetê bêyî PDK û YNKê li Herêma Kurdistanê nayê pêkanîn û ragihand: YNK ne opozosyonê ye, nerazîbûna me jî ne ji bo wê yekê bû ku em opozosyon in na dê bibin opozosyon.

Se`dî Ehmed Pîre Berdevkê YNK`ê di civîneke çapemenîyê da ragihand: Em wek YNK me plana 2030yê jî heye, di dema mîtîngên bo hilbijartinê da jî Bafil Talebanî basa kêşe û pirsgirêkên xelkê kir û bi şêwaza gelê nerazî pirsgirêk hilêxistin, lê YNK ne opozosyon e, nerazîbûna me jî ne ji bo vê yekê bû ku hikûmet nayê pêkanîn, ti kabînyeke hikûmetê jî bêyî PDK û YNK nayê pêkanîn.

Se`dî Ehmed Pîre Berdevkê YNK`ê herwiha got: Her alîyê ku fikara vê yekê bike ku çi dike, karekî durist e, ev hizr û rêbaza yê pêkanîna hikûmetê giran  ûzehmet bike, lê heke her alî bizanibe ku hin kar kiirne ku nebaş û şaş bûne û dawa lêborînê bike, wê demê yê kêşe bên çareserkirin û hikûmet jî bi zûtirkê were pêkanîn.

Serepeyv